Îranê: Îdiayên emê uranyumê ji sedî 84 dewlemend bikin nerastin

Bernameya nukleerî ya Îranê careke din di rojevê de ye.
Çapemeniya rojavayî îdia dike ku Îranê ji sedî 84 uranyuma dewlemendkirî bidest xistiye.
Rêveberiya Tehranê ev îdia nerast û bêbingeh binav kir.

Berdevkê Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî bersiv da îdiayên medyaya navneteweyî ku dibêjin welatê wî ji sedî 84 uranyuma paqij dewlemend kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Kemalvendî van îdiayan wekî “sextekirina rastiyan” bi nav kir û got,

“Di pêvajoya zengînkirinê de hebûna zêdeyî ji sedî 60 paçeyên uranyumê nayê wê wateyê ku ji sedî 60 uranyumê dewlemend bûye.”

Kemalvendî, anî ziman ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) bûye amûra zexta siyasî û ev tişt anî ziman:

“Ev rewş bandoreke neyînî li bawerî û nirxê vê saziyê dike.”

Bloomberg, ya agahiyên xwe spartî du dîplomatên payebilind ên ku navên wan nehatine eşkerekirin, ragihand ku mufetîşên navneteweyî yên ku tesîsên nukleerî yên Îranê kontrol dikin, hefteya borî li van navendên uranyuma safî ya ji sedî 84 dewlemendkirî dîtine.

Ajansê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi peyamekê diyar kir ku agahiya wan ji rewşê heye û ew ê li ser mijarê Serokê Ajansê Rafael Mariano Grossi agehdar bikin.

Peymana nukleerî rê da Îranê ku ji sedî 3,67 uranyumê dewlemend bike

Bernameya Peymana nukleerî ya bi navê Plana Berfireh a Çalakiyê ya Hevbeş (KOEP) di sala 2015an de di navbera Îran û endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî DYA, Rûsya, Çîn, Îngilîstan û Fransa û Almanyayê (5+) de hat îmzekirin.

Li gorî peymanê Îran dikare ji sedî 3,67 Uranyûmê dewlemendkirî bidest bixe.

Dewlemendkirina ji sedî 60’ê Uranyumê welatên rojavayî dixe nava fikaran.

Ji ber destxistina uranyuma dewlemendkirî ya ji sedî 20 êdî dibe sedema desxistina çekên nukleerî.

Back to top button