Zelensky: Rûsya windahiyên pir mezin dide

Êdî şerê li Ukrayna sala xwe tejî dike.
Li rojhilatê welat şer dijwar bûye.
Serokomarê Ukrayna Zelensky got,
Li herêma Donbassê gelek kuştiyên hêzên Rûsya hene.
Amerîka jî îdia dike ku li dijî Ukrayna, Çîn wê çek û cebilxaneyan bide Rûsyayê.

Ji bo salvegera yekemîn ya şerê li Ukrayna salek maye.

Di nava salekê de, şer bi rêbaza herî dijwar dewam kir.

Di demekî ku şerê navbera Ukrayna-Rûsya dewam dike de, li herêma Donbassê rewş giran e.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên Rûsyayê derbên giran xwarine û got,

“Rewş gelekî aloz e û em şer dikin.

Em dagirkeran têk dibin û derbên giran li Rûsyayê dixin.”

Zelensky bal kişand ser gelek bajarokên li herêma Donbass a Ukraynayê ku bi mehan e şer lê dewam dike û ev tişt anî ziman:

“Rûsya li Baxmut, Vuhledar, Marinka, Kreminna, li Donbassê çiqasî leşkerên wê bêne kuştin, em ê karibin ewqasî bilez dawî li vî şerî bînin.”

Amerîka: Pekîn li dijî Ukrayna wê çekan bide Moskow

Li aliyekî din, destwerdan û piştevaniya ji bo domandina şerê li Ukrayan didome.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken îdia kir ku Çîn li dijî Ukrayna çek û cebilxaneyan bide Rûsya.

Blinken ji CBS News re axivî û diyar kir ku karsazên Çînê jixwe piştgirîya “nekujer” peyda dikin, lê li gorî agahdariya nû Pekîn jî dibe ku “piştgiriya kujer” peyda bike.

Blinken her weha hişyarî da ku tengezariya navborî dikare ji bo Çînê “encamên giran” hebe.

Li aliyê din Çînê nûçeyên ku dibêjin rêveberiya Moskowayê ji wan daxwaza piştgiriya alavên leşkerî kiriye red kir.

Serokdewletê Çînê Xi Jinping heta îro êrîşa Rûsyayê şermezar nekiriye, lê di şer de bêalî dimîne banga aştiyê kiriye.

Çîn: Îdiayên waşîngton li hember me bêbingehe

Wezareta Karên Derve ya Çînê got;

Nayê qebûlkirin ku Amerîka li ser têkiliyên bi Rûsyayê re “sînyal” bide û “zextê” bike.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yi di konferansa ewlekariyê ya li Munîhê de bê ku nav bide got:

“Hin hêz hene ku xuyaye naxwazin danûstandin biserkevin an şer zû bi dawî bibe”.

Îtalya: Xi Jinping wê di salvegera êrişê de peyamek aştiyê bide

Hemwextî van peyaman ji Îtalya îdiayên balkêş derketin.

Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani got,

Serokê Çînê Xi Jinping diyar kiriye ku 24’ê Sibatê, di salvegera yekemîn a êrişa Rûsya li ser Ukraynayê de wê axaftinek ya aştiyê bike.

Balkêşe beriya niha îdiayên ku Rûsya wê di wê rojê de êrişeke berfireh bide despêkirin derketibûn.

Back to top button