Piştî 5 rojan ji rêgirtina li pêş alîkariyên Rêvberiya Xweser bo kesên erdhejê yên li Sûriyê beriya 4 seatan derbasî Helebê bû.
Karwanê alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê amade kirine, di deriyê Tayiheyê re berbasî bajarê Helebê bû.
Endamê Maseya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sadiq El El Xelef ragihand ku 100 tankerên sotemeniyê di deriyê Tayiheyê derbas bû.
Hêjaya bibîrxistinê ku karwanekî din ê alîkariyan li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û Cerablusa dagirkirî de heta niha li benda derbasbûnê ye.
Erdheja ku 6 sibatê rû da gelek bajarên Sûriyê zirar dîtin.
Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser şaneya kirîzê ava kirin û alîkarî bo kesên ku zirar ji erdhejê dîtin kom kir.