Li Sûdanê şerê dijwar di hefteya 8’an de ye

Li taxên başûrê paytexta Sûdan Xartûmê şerekî dijwar derket.
Di şer de bi çekên sivik û giran hatin bikaranîn û di encamê de gelek sivîl hatine kuştin.

Îro li taxên başûrê paytexta Sûdan Xartûmê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî dijwar derket.

Şahidên ji herêma Endeziyaran, hin taxên Um Derman û taxên li başûrê paytextê diyar kirin ku şeva din jî şer rû daye û çekên sivik û giran hatine bikaranîn.

Rojnamevanêh heremê jî destnîşan kirin ku li bajarê Ketim ê li bakurê Darforê jî şer çêbûye û hin sivîl hatine kuştin.

Heyva Sor a Sûdanê jî diyar kiribû ku ji ber şerê li Xartûm û Darforê, xebatkarên wan neçar mane ku cenazayên 180 kesan, bêyî ku nasnameyên wan bizanin, veşêrin.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor, ji dema destpêkirina şer li Sûdanêde, ew 102 cenazeyên nenas li goristana Şiqêlab û 78 cenazeyên din li goristanên li Darforê, veşêrin.

Waşîngton û Riyad hevdîtinên navbera aliyên Sûdanî rawestandin

Back to top button