Berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a dijî têlkirin û dorpêçkirinê, 16 roj in bênavber berdewam dike.
Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircên leşkerî ava bike.
Şêniyên wargeha Mexmûrê jî bi danîna 4 konan ev 16 rojê di nav berxwedanê dane.
Xelkê wargehê bi şev û roj nobedê digirin. Leşkerên Iraqê hê jî bi israr in ku wargehê bi têlan dorpêç bikin.
Şêniyên wargehê jî bi biryarin ku vê plana dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze bi destêh hikûmeta Iraqê pêkbîne vala derxîne.