Doh Konferansa damezrêner a El Sade EL Eşarif Al El Beyt li Navenda Çand û Hunerê a bajarê Tebqayê li dar ket û bi avakirina mecliseke giştî û encamnameyekê bi dawî bû.
Ji xalên giring yê encamnameyê:
Wê Sade El Eşraf Weqfa AL El Beyt li gorî perspektîfên Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2020’an daye wan wê tevbigere.
Wesîqeya Medîne El Munwere bingeha kar û xebatên bê yên weqfayê ye û wê rêgeza Al El Beyt esas bigre.
Konferans bi diyarkirina mecliseke 61 kesî bi encam bû
Avakirina meclisekê bi navê weqfayê ku ji 61 kesan pêk tê (mêr û jin) hewl bidin dengê îslamê li gorî rêgeza îslama demokratîk ragihînin .
Weqfe di bin sîwana Kongraya Îslama Demokratîk de kar û xebatê xwe dimeşîne.
Weqfe, bi her saziyeke olî re li Sûriye û derveyê wî li gorî nirxên Al El Beyt di nav têkiliyan de ye.”
Her wiha wexqfê wek plansazî jî eşkere kir ku ewê demên pêş meclisa Şûra ku 27 kesan û mecliseke Rêveber ku 12 kesan pêktê hilbijêrin