RJAK “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wezîfeya me ya bingehîn e” û bang kir ku bi rengekî xurt li ber tecrîdê rabin.
Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan (RJAK) bi daxuyaniyekê bal kişand ser tecrîda giran li ser Rêberê Apo û wuha got:
Ew azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe wek erk dibînin û banga bidawîkirina tecrîdê kir.
“Êrişên hovane, tecrîd û gefên ku rojane li ser Rêber Apo tên meşandin ji encama tirsa têkçûna wane.
Ji ber rêya tekane ya ku li pêşiya vê faşîzmê û deshilatdariyê digire felsefeya Rêber Apo ye.”
RJAK di dewama daxuyaniya xwe de êrişên li dijî civaka Kurd û hemû Kurdistaniyan tê meşandin wek berdewamiya projeya Lozanê binav kir.
Em ê tu carî rê nedin ku faşîzm bigihêje armancên xwe yên erzan.
Li ser vê bingehê em bang li hemû rêxistinên Kurd, rêxistinên jinan û tevahî mirovên azadîxwaz dikin ku xwedî helwestbin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin xwedî dengekî bilind û bi bandor.
Ji ber ku ewlehiya jiyana Rêber Apo ewlehiya hemû jinan û mirovahiyê ye.”