Ciwanên Başûr polîtîkayên PDK’ê sedema koçeriya ciwanan e

Ciwanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ciwan mecbûr dibin dev ji axa xwe berdidin.

Derbarê koça ciwanan û sedemên wê de ciwanên Başûrê Kurdistanê de wiha axivîn:

“Ev 30 salin du hizbên desthilatdar kar ji bo bêhêvîkirin, nehiştina hestên netewî û belavkirina bê kariyê di nava ciwanan de dikin.

Lê divê em li vir xeyalên xwe bikin rastî, reva ji berpirsyartiyê ti demê nebûye çareserî.”

Hikûmeta Başûr sedema sereke yê koçberiya ciwanan a ji bo dervey welat e.

Bi salane bi sedan xwendekarên ku zanîngeh û peymangeh qedan dine hene, lê nehatine tayînkirin”.

Li gor amarên Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên koçberan, ji ber xemsariya aliyên siyasî û rewşa xirab ya heyî, sal bi sal koça ne yasayî zedetir dibe.

Tenê di nava şeş mehên derbasbûyî de 11 hezar 500 kesan ku piraniya wan ciwanin, ji Iraq û Başûrê Kurdistanê koçberî derveyî welat kirine.

Back to top button