Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Şamê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Şamê kir û bi serokê hikumeta Şamê Beşar Esed re rûnişt.

Serokê hikumeta Şamê diyar kir ku di rûniştinê de mijarên di navbera Sûriyê û Îranê de hatin nîqaşkirin û bi taybet mijara aborî ya Sûriyê.

Diyar kir wan geşedanên siyasî, di nav de komîteya nîqaşa destûrê, tevî rewşa li erdê li Sûriyê, gotûbêj kirin.

Di axaftinan de behsa geşedanên li herêmê, bi taybetî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê jî hat kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zerîf li ser geşedanên di dosyaya nûklerî û hûrguliyên danûstandinên ku li ser têne kirin de agahî da Serokê hikumeta Şamê.

Back to top button