Komîteya komxebata diyalogan dest bi danûstandinên bi partiyên Başûr re kir

Komîteya komxebata diyalogan bi armanca rêgirtina li ber şerekî navxweyî û êrîşên dewleta Tirk dest bi danûstandinên bi partiyên Başûrê Kurdistanê re kir.
Ekrem Hiso diyar kir komîteya ku di encama komxebatê de hatiye avakirin, civînan lidar dixe, amadekariyên serdana ji bo başûr dike.

8’ê Tîrmehê Komxebata diyalogan ku ji aliyê KNK`ê ve bi dirûşmeya (Bi yekitiya neteweyî emê dagirkeran têk bibin û rê li pêşiya birakujiyê bigrin) pêk hat.

komîteya ku ji 7 kesayetên welatparêz û partiyan pêk tê, hat erkdar kirin da ku bi hêzên kurdistanî re li Başûrê Kurdistanê der barê xeteriya êrişên dewleta Tirk û girîngiya yekitiya kurd û encama komxebata KNK-Rojava, bi wan re nîqaşan bikin.

Ji girîngtirîn encaman, banga hêzên kurdî ku peymana 1982`an di navbera PKK`ê û PDK`ê de pêk bînin û banga diyalogê di navbera hêzên kurdî de, her wiha girtina rê li pêşiya şerê navxweyî.

Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê û endamê komîteyê Ekrem Hiso diyar kir ku komîte civînan lidar dixe, pêwendiyê bi hêz û partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê dike, da ku amadekariyên serdanê di demeke nêz de bikin.

Lê di derbarê pêwendiyan yan jî aliyên ku pêwendî bi wan re tê kirin, Ekrem Hiso tiştek eşkere nekir.

Piraniya partiyên kurdî yên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sendîqe, yekitî, komeleyên çandî, rêxistinên civaka sivîl, oldar, welatparêz, şêxên eşîreyên Kurdî, meclisa rûspiyan tev li komxebata diyalogan bibûn.

Lê tevî vexwendina fermî jî, ENKS`ê tevlî komxebatê nebû.

Back to top button