Salih Gedo: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo bang li PDK’ê kir ku zûtirîn dem de cenazeyên gerîlayên ku şehîd kiirne, radestî malbatê wan bike. Gedo ji bo girtina deriyê Sêmalka jî dibêje “Yê sûdê ji girtina deriyên sînor digire dijminê kurdan e û yê ku rihê kurdewarî li cem hebe derî nagire.” 

Zêdetirî du mehan e li Sêmalka, malbatên şehîdan li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên şehîd in.

Heta niha PDK’ê cenaze radest nekirine û vê jî gelê herêmê bihêrs kiriye.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo jî têkildarê vê çalakiyê, daxwazên malbatan û girtina deriyê Sêmalka ji ajansa Hawarê re axivî.

Salih Gedo dibêje “Diviyabû PDK ji roja destpêkê ve cenaze radestî malbatan kiriba.

Salih Gedo: Girtina derî tenê dikeve xizmeta dijminê Kurdan

Têkildrî girtina deriyê Sêmalka jî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve Saleh Gedo anî ziman gaveke bi vî rengî zirarê dide gelê herêmê û tenê dikeve xizmeta dijminên kurdan.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo dawiya nirxandina xwe banga vekirina derî kir.

Back to top button