Yemen-Banga Koalîsyona Erebî: Balafirgeha paytext Senayê vala bikin

Koalîsyona Erebî ya bi pêşengiya Siûdiyê, balafirgeha payetxta Yemenê Sen’ayê, bombardiman kir. Hat zanîn ku beriya êrişê, koalîsyonê bang li sivîlan û rêxistinên mirovî kiriye ku ji balafirgehê derkevin. 

Dezgehên ragihandinê li Riyadê eşkere kirin ku Koalîsyona Erebî, li dijî balafirgeha Sen’ayê êrişên hewayî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê, balafirgeh di din kontrola çekdarên Hûsî de ye û beriya êriş pêk werin, sivîl û saziyên mirovî hatine hişyarkirin.

Koalîsyona Erebî bi taybet bang li xebatkarên saziyên mirovî kir ku bi awayekî lezgîn ji balafirgehê derkevin.

Li gorî îdîayên koalîsyonê, êrişa wan li dijî balafirgehê li gorî qanûnên navneteweyî pêk hatiye û tenê navendên leşkerî bûne armanc.

Her wiha hat gotin, êriş bersivdayîna li hemberî gefên çekdarên Hûsî pêk hatiye.

Derdora 7 salan li Yemenê şerê navxweyî dewam dike.

Siûdiyê û Îranê ji aliyê xwe ve destekê didin aliyên şer ên dijber.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di pêvajoya derbasbûyî de bêtirî 300 hezar kes li Yemenê hatine kuştin.

Back to top button