Şêniyên Dêrikê û Amûdê tecrîd û êriş şermezar kirin

Li Dêrik, Amûdê û Hesekê bi çalakiyên cuda tecrîd û êrişê hatin şermzarkirin.
Her wiha bang li gel hate kirin ku li dijî planên qirkirinê hevgirtina xwe xurttir bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocelan û êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi çalakiyan tên redkirin.

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo li dijî tecrîd û êrişan meşek li dar xistin.

Meş ji Qada Azadî dest pê kir û li sûka navendî veguherî mîtîngê.

Li wir, endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan, êrişên li diî herêmê şermezar kirin.

Binefş bang li hemû beşên civakê kir ku li hember planên qirkirinê yên li dijî gelên berxwedêr hevgirtina xwe xurttir bikin.

Şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Jin Azad a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û li pêşiya avahiya Şaredariya Gel veguherî mitîngê.

Li wir jî, hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Nayif axivî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê silav kir û tecrîd şermezar kir.

Yusra bang li gel kir ku li hember tecrîd, qirkirin û îşkenceyê tekoşînê bilind bikin.

Koçberên Serê Kaniyê: Divê Civaka Navneteweyî dijî êrişan bertek nîşan bide

Koçberên Serê Kaniyê yên di Kampan li Hesekê dimînin jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, şermzar kir.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze herêmê ji şêniyê vala bike û da ku dagir bike.

Dawiyê, bang li Rûsya, Amêrîka û NY hate kirin li dijî êrişên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.

Back to top button