49 Sal li salvegera Komkujiya Qeladizê re derbas dibe

Beriya 49 salan rejîma Baasê navçeya Qeladiz û Zanîngeha Qeladizê bombebaran kir.
Di encama êrişê de zêdetirî 400 xwendevan, mamosta û welatî şehîd û birîndar bûn.
Qeymeqamê Qeladizê ragihand ku îsal jî ti merasîmên fermî yên bîranînê nayên lidarxistin.
Xizmên qurbaniyan û Tevgera Azadiya Kurdistanê serdana goristanê kirin û tace gul danîn ser goran.
Tevgera Azadî bi bîr xist tekane rêya parastina gelê me ji komkujiyan, yekitiya neteweyî ye.

Di 24’ê Nîsana 1974’an rejîma Baas a Iraqê bi balefirên şer û bombeyên Napalm bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn û Zanîngeha Silêmaniyê ya ku li heman bajarok bû bombebaran kir.

Di bombebaranê de 163 welatiyan jiyana xwe ji destdan û zêdetirî 300 kes birîndar bûn.

Beşek ji şehîdan mamosta û xwendevanên Zanîngeha Silêmaniyê bûn.

Di salvegera êrişa ser Qeladizê de ti merasîmên fermî pêk nehat

Ji ber bêxemiya hikumetê, nebûna xizmetguzariyê û pêkneanîna sozan, demek dirêje di salvegera êrişê de, xelkê Qeladizê ti merasîmek bîranînê lidarnaxin.

Qeymeqamê Qeladizê di daxuyaniyek de ragihand ku biryar hatiye dayîn ku merasîma bîranînê bi awayek ne fermî were lidarxistin.

Danê nîvro bi dehan welatiyên Qeladizê serdana gorên qurbaniyan kirin û deste gul danîn ser goran.

Lê ti merasîmek fermî nehate lidarxistin.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê gul danîn ser gorên şehîdan

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî, gul danîn ser gorên şehîdan û daxuyaniyek a çepemeniyê da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi bomberdumana Tirkiye û Îranê ve ya li ser heremê û Kurdan hate kirin û gotin:

“Desthilatdarên Başûr beramberî van êrişan bê deng û bê helwestin û ev yek jî bûye sedema hêrs û fikarên welatiyan.”

Tevgera Azadî: Yekane rêya parastina gelê me, yekitiya neteweyî ye

Tevgera Azadî ragihand dem hatiye ku her kes bi dengek bilind bi qîrin û bêjin,

“Siyaseta bi hev re bûnê û yekitiya neteweyî, yekane rêya parastina gelê me ji komkujiyane.”

Her wiha Tevgera Azadî bang li hikûmeta Başûr kir ku erkên xwe yên li hember mexdûrên bombebaranê pêk bînin û tezmînatê bide wan

Back to top button