UNICEF: Ji ber şerê li Yemenê heta niha 10 hezar zarok hatine kuştin û birîndar bûne

Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Unîcef’ê, ji despêka şerê navxweyî ya li Yemenê ve heta niha 10 hezar zarok hatine kuştin û birîndar bûne.

Berdevkê Unîcef James Elder a li Cenevreyê daxuyaniyek da tekildarî şerê li yemenê ev agahî parve kirin;

“Di şerê ji Adara 2015’an û vir ve li Yemenê destpêkirî û vir ve 10 hezar zarok mirine yan jî birîndar bûne. Ev rewş gihiştiye asteke welê ku êdî qonaxa ku mirov jê şerm jî bike derbas bûye.”

Elder diyar kir ku dema mirov li gorî vê bîlançoyê binêre, wisa dixuyê ku di rojê de 4 zarok tên kuştin û got:

“Mixabin tenê ev dane yên Neteweyên Yekbûyî piştras kirine, aqûbeta gelek zarokên ku ji malbatên xwe cuda miribin yan jî birîndar bûbûn, nayê zanîn.”

Sala 2014’an piştî ku paytext Sen’a kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir.

Li aliyekî hêzên hikumetê yên ku Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, li aliyê din jî Hûsî yên bi piştgiriya Îranê hene.

Neteweyên Yekbûyî Yemen weke welatê ku krîza herî giran a mirovî lê ye ragihandibû.

Back to top button