“Jin, Jiyan, Azadî”

46 roj derbas bûn.
Lê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di armanc û daxwaza xwe de bi israrin.
Çalakî bi pêşengiya xwendekaran dewam dike.
Tevî êrişên hêzên rejîmê jî cenazeyê xwepêşanderan bi merasîmên girseyî hatin veşartin.
Di merasîmên biranîna 40 rojiyê de, careke din yek deng hebû.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ji bo azadî û dijî kuştina Jîna Emîn doh di roja xwe ya 46’an de dewam kir.

Di demên dawî de bi pêşengiya xwendekaran her ku diçe serhildan berfireh dibe.

Serhildan di roja 46’an de geştir bû

Li zanîngehên Sine xwendekar tevî êrişên rejîmê jî, çalakiyên xwe yên nerazîbûnê lidarxistin.

Li Merîwanê jî xwendekar daketin kolanan û bê navber dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ gotin.

Li bajarê Seqizê ciwanan li ser rê û nava taxan de agir pêxistin û dirûşmeyên dijî desthilata Îranê gotin.

Li bajarê Şino di çilrojiya 3 kesên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin de, rê li çalakiyan hate girtin.

Ji ber vê jî dikandaran dikanên xwe venekirin û welatî neçûn bazarê.

Bi vî wayî her 3 kesên ku beriya çil rojan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn kuştin, hatin bibîr anîn.

Li bajarê Pîranşarê jî bi tevlîbûna welatiyan, cenazê zarokê 16 salî ê bi navê Komar Deroftade ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin, spartin axê.

Bavê Komar li ser gora kurê xwe axivî û ragihand ku ew bi kurê xwe serbilinde, ji ber ku di rêya nîştiman û azadiyê de jiyana xwe ji des daye.

Li Sineyê jî cenazeyê Sarîna Saadî ya 16 salî ku di xwepêşandanên rojên borî de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin, spartin axê.

Bi sedan kes tevlî merasîma veşartina cenaze bûn.

Merasîm veguherî xwepêşandan û nerazîbûna dijî rejîma Îranê.

Li bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngeh û peymangehan weke rojên borî daketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşandan.

Li gorî agahiyên hatin girtin rêveberên zanîngehan ji bo pêşiya xwendekaran bigirin tevlî xwepêşandanan nebin, bi rêbazên cuda xwendekar ji waneyan dûr dixin û ji bo demkî cezayê ku nekevin zanîngeh û dîsa malên xwendekaran bi rêya peyamên telefonî ji bo wan dişînin.

Li bajarê Şehryarî ya Kerecê jî gelek kes û çalakvan tevlî çil rojiya kesek ku di xwepêşandanan de hatibû kuştin, bûn.

Merasîm piştre veguherî xwepêşandanê û hêzên rejîmê êrişê xwepêşandaran kirin.

Li Erak û Terwêzê jî xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê dewam kirin.

Li gelek bajarên din jî dijî rejîmê çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxisitn.

Back to top button