HPG: LI GEVER Û ÇELÊ 19 ESKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi çalakiyên xwe yên tolhildanê êdî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin. Herî dawî jî hêzên Gerîla li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê derbên xûrt li dijmin dan û 19 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên hêzên xwe de eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku Hêzên wan derbên giran li dagirkeran dan û 19 eskerên Tirkiyê hatin kuştin.

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev hûrgilî parve kirin:

Li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de derbên giran li artêşa dijmin hat xistin.

Roja 27’ê Tîrmehê hêzên herêma Deriyê Cafer ê navçeya Gever a Colemêrgê yekîneyeke dijmin xistin bin kontrola xwe û piştre lêdan.

Fermandarê yekîneyê jî di nav de bi giştî 8 eskerên dijmin hatin kuştin.

26’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker ji bo qaşo ewlehiya rêya Girê Xereqol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê yekîneyek bicih kiribû.

Hêzên me jî bi tektîka kemînan çalakiyek pêk anîn.

Ji nêz ve bi du baskan li yekîneya dijmin hate xistin, 11 esker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hemwextî vê çalakiyê li baregeh û çeperên dijmin ên li Girê Xeregolê jî hat xistin.

Li vir jî gelek esker hatin kuştin û birîndar bûn lê hejmar ne hat tespîtkirin.

Artêşa dijmin bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakir û herêmê top û bomebaran kir.

HPG’ê diyar kir ku di encama vê bomebaranê de du hevalên wan şehîd bûn.

Her weha dest nîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker a ku li destê gerîla derb xwar li hêrêmê dest bi operasyonê kir û bi şêweyê kemîn danînê didome.

Leave a Reply

Back to top button