KNK’ê ji bo çareseriyê banga diyalogê kir

Li Başûrê Kurdistanê PDK herî dawî, li qadên gerîlla; hêz û çekdarên xwe bi cih dike. KNK’ê der barê vê yekê de, bi daxuyaniyekê banga diyalog û çareserkirina aloziyê kir, ku wan komîteyek ji bo pêkanîna van diyalogan amade kiriye.

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê aloziya li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê di daxuyaniyê de da xuyakirin ku ev demeke dirêj dewleta Tirk bi hemî hêza xwe êrîşî Başûr dike û hin dever dagir kirine.

KNK di daxuyaniyê de got:

“Dewleta Tirk li gelek cihan bingeh û baregeh ava kirine û tenê ji aliyê leşkerî ve êrîş dike, belê bi rêya hevkar û sîxurên xwe; destê xwe xistiye nava herêmê û nûçeyên derew jî belav dike.”

KNK’ê anî ziman ku Tirkiye dixwaze hêzên Kurdî bîne ber hev û şerekî navxweyî di navbera wan de derxe.

Konseya Rêveber li ser liv û tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla jî da zanîn ku li gelek cihan baregehên kontrolê ava kirine, li gelek cihan jî; li nêz gerîla xwe bi cih kirine.

KNK’ê destnîşan kir ku:

“Aloziyên rûdayî di demeke wiha de, li herêm û her çar parçeyên Kurdistanê, rewşeke metirsîdar li hember destkeftiyên gelê Kurd diafirîne.

Aloziya ku van çend rojên dawî li devera Garê, gihîştiye radeyeke gelekî metirsîdar, dibe ku bibe sedema qewimîna şerkekî navxweyî û malwêraniyê.

KNK’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku bi diyalogê çareseriyekê ji vê aloziyê re bibînin.

KNK’ê her wiha bang li gelê Kurd, partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî kir ku bi berpirsiyariyeke neteweyî bi erka xwe rabin û rê li ber şerê birakujiyê bigirin.

Li gorî daxuyaniya KNK’ê, niha amadekariya şandeyekê tê kirin ku ji rêveberiyên KNK’ê, nûnerên partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetên welatparêz pêk tê, da zemîna diyalogê bê avakirin û alozî çareser bibe.”

Back to top button