Li Bakur Rojavayê Sûrî bi dronekê 14 çete hatin kuştin

Balafireke dron ku dibe ya Koalîsyona Navnetewî be, kombûneke çeteyan li Bakur Rojavayê Sûrî bombebaran kir û di encamê de 14 çete hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di bombebarana li gundê Cekara yê gundewarên Selqîn li ser sînorê Tirkiyê de, di nava kuştiyan de, 6 serçeteyên Cebhet El-Nusra jî hene.

Piştî vê bombebaranê, heta niha tu hêzekê bi awayekî eşkere ev êrîş negirtiye ser milê xwe, lê tê texmînkirin ku Koalîsyonê pêk anîbe.

15 vê mehê jî, dîsa dronekê erebeyek li ser rêya bajarokê Ereb Seîd ê Idlibê bombe kir û 2 çete û zarokek bi wan re hatin kuştin.

Back to top button