Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hate kuştin

Tevî ku balafirên Rûsya rojane bi dehan bargehên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran dikin, êrîşên li çolistana Sûriyê ranawestin. Tenê duh 13 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 24 leşker jî birîndar bûn. Ji bilî leşkeran sivîlekî jî jiyana xwe ji dest da. 

Balafirên Rûsiya li çolistana Dêrizor, Humis û Reqayê bargehên çeteyên DAIŞ`ê û cihên tevgera wan bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan, ragîhand ku tenê ji duh ve zêdeyî 45 cih hatin bombebaran kirin û di van bombeabaran de herîkêm 6 çete hatin kuştin.

Tevî wê jî tevgera DAIŞ`ê li wan herêma hîn jî zêdeye.

Çeteyên DAIŞ`ê li Humsê êrîşî alîgirên hikûmeta Şamê kir

Şevê din li bejahiya Resafe ya rojavayê Reqayê çeteyên DAIŞ`ê êrîşî bendeke kontorlê ya bi navê “Lîwai El-Qudis” a girêdayî hikûmeta Şamê kirin.

Di encamê de 2 çekdarên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Hemayê jî di navbera hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket, li vir jî 4 çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê û çeteyekî DAIŞ`ê hatin kuştin.

Di heman demê de sivîlekî ji herêmê jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Sixnê ya Rojhilatê parêzgeha Humsê jî mayîn bi leşker û alîgirên hikûmeta Şamê ve teqiya, di encamê de 7 leşker hatin kuştin û 18 birîndar bûn.

Li bargeheke çeteyên Cebhet El-Nusra teqîn, çeteyek hate kuştin

Li bajaroka El-Ebzemer a rojavayê Helebê jî di navendeke çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nesra) de teqîn pêk hat.

Di encamê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Çeteyên kuştî û birîndar di xebatên mayîn û teqemeniyê de kar dikirin.

Li gorî belgeyên Çavdêriya Sûriyê ji destpêka sala 2019`an û heta niha 529 kes ji ber mayîn û teqemeniyan li tevahî Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Ji van 529 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 168 zarok, 77 jî jin in.

Back to top button