Kesayetên Kurd û Ereb bal kişandin ser xeteriya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser tevahî herêmê. Li hember êriş û dagirkeriyê girîngiya yekîtiya Kurd û Ereb anîn ziman û diyar kirin bi vê yekê wê pêşî li êriş û dagirkeriyê were girtin û bersiv were dayîn.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraqê û Başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibe.
Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk û armancên wê, pîspor û analîzvanên Ereb û Kurd axivîn û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Ereb-Kurdan.
Şerîf Ebdulhemîd: Hêzeke hevbeş ya leşkerî dê bi awayekî erenî bandor li herêmê bike
Serokê Navenda Lêkolînên Îranî ya Kendavê Şerîf Ebdulhemîd destnîşan kir ku gelek girîng e hevbendiyeke Ereb-Kurd ava bibe û got: “Avakirina vê hevbendiyê, dê bi awayekî erênî bandor li aramiya herêmê bike û rê li pêşiya firehbûna dagirkeriyaTirkiyê bigire”
Pisporê ji Misrê, da zanîn tevî ku têkiliyên Kurd û Ereb ji berê ve hene, lê Ereban girîngiya van têkiliyan tênegihiştin û divê piştgiriya wê bikin.
Ebdulhemdî îşaret pê kir ku Komkara Erebî dikare xwedî li projeya avakirina hevbendiyeke Kurd û Ereb derkeve û got: “Ev hêz erka xweparastinê, sekna li hember destwerdanan, erkên pêkanîna aştiyê di rewşên alîkariya mirovî de û gelek erkan dikare pêk bîne.”
Dr.Ferînaz Etiye: Rewşa siyasî, ewlehî û erdnigarî yekîtiya Kurd û Ereb li ser me ferz dike
Profesora zanistên siyasî Dr.Ferînaz Etiye jî diyar kir ku di aloziyên li Rojhilata Navîn diviya yekîtiya Kurd û Ereb hatiba avakirin.
Ferînaz Etiye anî ziman ku ev yekîtî heke bibe rastiyek, dê rê li pêşiya peymanên rojavayî û binpêkirina axa Kurd û Ereban ji aliyê hêzên din ve, bigire.
Ferînaz Etiye balkişand ser pêwîstiya avakirina vê hevbendiyê û got:
“Rewşa siyasî, ewlehî û cografî vê yekê li ser me ferz dike.
Di dawiyê de Ferînaz Etiye diyar kir kir ku berjewendiyên Kurd û Ereb yek e ku van herêman biparêzin.
Ehmed Şêxo: Yekitiya Kurd û Ereb dikare herêmên dagirkirî rizgar bike
Derbarê mijarê de Lêkolîner û analîzvanê siyasî, Ehmed Şêxo jî axivî û balkişand ser girîngiya yekîtiya gelên herêmê û xeteriya projeya osmanî a dewleta Tirk.
Şêxo diyar kir bi hevbendiya Kurd û Ereb dikare herêmên ji aliyê tirkiyê ve hatine dagirkirin werin rizgarkirin û got:
“Heke mekanîzmeyên hevbeş ên aborî, leşkerî, ewlehî û çandî were avakirin, wê demê dewleta Tirk nikare projeya xwe ya “osmaniya nû” li herêmê pêk bîne.”