Beştaş: Em dibêjin aştî ew êrîş dikin

Polîtîkayên şer yên faşîzma AKP-MHP’ê li nava tirkiyê jî rewşa aramiyê nehiştiye. Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş anîziman ku li dijî şer berpirsyariya her kesî heye û got: ”Kurd ne baş bin Tirk jî baş nabin.”

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclîsa tirkiyê ya li Enqerê daxuyanî da çapemeniyê.

Meral Daniş Beştaş diyar kiri ku pêwistiya Tirkiyê bi lezgînî bi aştiyê heye û wiha got:

Berpirsyariya her kesî heye.

Ger Tirk ne baş bin, Kurd jî ne baş in.

Ger Kurd ne baş bin, Tirkiye jî ne baş in.

Ji dîrokê dersa ku bi sedan carî me girtî ev e.

Beştaş: Emê rê nedin dîwar li nava Amedê were danîn

Beştaş bal kişand ser dîwarê ku tê xwestin were çêkirin û Amedê bike du beşan û ev tişt anî ziman:

Hûn nikarin dîwarê şermê li Amedê deynin, em ê nehêlin.

Bes bi raçîn û avaniya siyasî ya Amedê bilîzin.

Ev siyaseta dagirkirinê ye.

Ev 90 sal in ewlehiya peyayan nehate bîra we?

Em vê qebûl nakin.

Beştaş: Emê heta dawî Demîrtaş biparêzin

Beştaş parvekirinên twîtterê yê Parlamenterê AKP’ê Tamer Akkal ya li dijî Selehedîn Demîrtaş jî rexne kir û wiha domand:

Tamer Akkal muxlûqatek e.

Xwedî giravê twîtên xwe rast kiriye.

Hesabê te kî birêve dibe?

Hûn zimanek wiha bêast çawa bikar tînin?

Em li dijî vê serî li her rêyên hiqûqî bidin.”

Beştaş: Li vî welatî ewlehiya kesî nîne

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser êrişên li dijî Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Bariş Atay û weke partî ev helwest nîşan da:

Ev zimanê tehdîtkar zemînê ji êrişan re amade dike.

Wezîr Suleyman Soylû, Bariş Atay kiriye armanca xwe.

Ev ziman wêrekiyê dide çeteyên li kolanan.

Li vî welatî ewlehiya kesî nîne.

Back to top button