Polîsên dewleta Tirk li Wana Bakurê Kurdistanê di operasyonên qirkirina siyasî de 9 jin binçav kirin.
Operasyonên qirkirina Siyasî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hîna jî dewam dikin.
Vê sibehê li Wanê polîsên dewleta Tirk di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de girtin.
Di van serdegirtinan de 9 jin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin.
Ji bo jinên ku li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin hevdîtina parêzeran ji bo 24 saetan hat sînordarkirin.