QSD’ê ragihand ku hêzên wan li rojhilatê Dêra Zorê çeteyekî şaneyên veşartî yê DAIŞê girt.
Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê, hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî çeteyek ku pê re gelek çek û cebilxane hebûn, girt.
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) jî duh sibehê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kir û 6 çete girtin.
Her wiha şervanan li Qamişlo û Dêra Zorê jî, 3 operasyonên hevbeş ên cuda li dijî şaneyên DAIŞ’ê birin serî.
Di her 3 operasyonan de, çeteyek li Til Hemîsa Qamişlo tevî çek û alavên teknîk, yek li gundê Casim a herêma Siwer a Dêra Zorê û yê sêyemîn jî li bajarokê El-Sebha yê heman parêzgehê hatine girtin.