Asayîşa Qamişlo Nasnameya endamekî xwe eşkere kir

Nasnameya endamê Asayîşê yê di şerê Qamişlo de şehîd bûbû, ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî hat eşkerekirin.

Navendê ragihand ku “endamê hêzên Asayîşa Qamişlo Xalid Milhim Osman 20’ê Nîsanê di encama êrîşa çekdarên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de, li dijî benda kontrolê ya hêzên wan li kolana El-Wehde ya Qamişlo, şehîd bû.

Navendê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û teqez kir, ew ê li ser rêça şehîdan bimeşin û gelên xwe li hember her cure-êrîşê biparêzin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Xalid Milhim Osman di 2012’an de di nav Asayîşê de ye.

20’ê meha 4- 2021’an de di êrîşa çekdarên Dîfaa El wetanî de li Qamişlo şehîd bû.

Back to top button