Xelkê Şehba û Helebê ji ber dorpêçê amadekariyên cejnê nayên kirin

Ji ber dorpêçê xelkê Şehba û Helebê ji amadekariyên cejnê û xweşiya wê bê par in.

Dorpêça li ser Şehaba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bandoreke neyînî kiriye.

Bi destpêka meha Remezanê re, ji ber dorpêçê û bihabûnê, kirîn û firotin lawaz bû.

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re jî amdekariyên cejnê tune ne û tu tevger li sûkan xuya nabe.

Koçberê ji Efrînê Omer Şiyê diyar kir ku bihabûn ne tenê di rojên cejnê, her tim wisa ye.

Her wiha destnîşan kir ku rojane ji aliyê dewleta Tirk ve êriş tên kirin.

Omer Şiyê bang li rêxistinên mafên mirovan û hikumeta Şamê kir ku dorpêçê rake.

Back to top button