Gerîlayan salvegera 45.a PKK’ê bi çalakiyên xurt pîroz kir

Gerîlayên Azadiyê bi çalakiyên bi bandor dest bi pîrozkirina salvegera 45. a damezirandina PKK’ê kirin.
Li herêmên Zap û Metînayê di çalakiyên gerîla de 49 leşkerên arteşa Tirkiyê hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê ragihand ku 2 hevreyê wan jî di çalakiyan de şehîd bûne û got: Em ê li ser xeta şehîdan heta serketinê bimeşin û tola wan hilînin.

27’ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK’ê ye.

Bi nêzbûna salvegerê re, gerîlayên HPG-YJA Starê bi çalakiyên xurt li arteşa Tirkiyê dan.

Di encama operasyonên şoreşgerî de, li herêmên Zap û Metîna 49 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan û êrişên arteşa Tirk daxuyaniyek da.

HPG: Li herêmên Zap û Metîna 49 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê diyar kir kur salvegera 45. a partiyê ji aliyê hêzên wan ve bi çalakiyan hate pîrozkirin û ev agahî parve kir:

20’ê Mijdarê gerîlayan li herêmên Zap û Metînayê bi wêrekiyeke mezin li dagirkeran xistin.

Li dijî dagirkeran bi rêbaza gerîla ya koordîneyî çalakiya serdegirtinê hate lidarxistin.

Di derbên giran ên bi taktîkên cuda de 49 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha 21 kon û 12 çeper hatin îmkaririn, gelek çeperên dagirkeran jî hatin derbkirin

HPG: Di çalakiyê de 2 hevreyê me şehîd bûn

Bi domdarî HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 2 hevreyê wan jî şehîd bûne û got:

“Partiya me PKK’ê ku li ser şopa şehîdan bêtawîz dimeşe, wê li ser heman xetê heta serketinê bimeşe û tola şehîdan hilîne.”

HPG: Arteş Tirkiyê 11 caran bi çekên qedexe êriş kir

Têkildarî êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê di dawiyê de ev agahî dan:

18 û 19’ê Mijdarê, li Metînayê 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 3 caran bi dronên bombebarkirî êriş pêk hatiye.

Di heman demê de balafirên şer jî 4 caran çeper şer ên li herêma Xakurkê û Metinayê bombebaran kir.

Back to top button