Îsraîl bi balafiran êrîşî Lubnanê kir: Kesek û 2 rojnamevan mirin

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê li nêzî bajarokê Teyr Harfayê êrîşên hewayî pêk anî. Di encama vê êrîşê de kesek û 2 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, artêşa Îsraîlê li nêzî bajarokê Teyr Harfayê li noqteya ku rojnamevan lê bi cih bûne, êrîşeke hewayî pêk anî.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de nûçegihana jin a Al Mayadeen TV Farah Omer, kameraman Rabîh el Mamarî û sivîlek jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Lijneya Rêvebir a Al Mayadeen TV Gassan Bin Ceddu piştî êrîşê li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand.

Ceddu, anî ziman ku ew ji ber kuştina hevkarên xwe Omer û Mamarî gelekî xemgîn in û got:

“Ekîba Al Mayadeenê bi zanebûn û rasterast hatine hedefgirtin.”

Ceddu destnîşan kir ku ew ê li hemberî êrîşên Îsraîlê jî bêdeng nemînin û geşedanên li herêmê wekî berê ragihînin.

Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 8’ê cotmehê heta niha li ser Lubnanê didomin de 3 jê rojnameger 3 jê zarok bi tevahî 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button