Parlamentoya Iraqê dawî li endamtiya Helbusî anî

Li nava Iraqê tevî krîza aborî, di warê siyasî de jî alozî zêde dibe.
Parlamentoya Iraqê dawî li endamtiya parlamentoyê ya serokê berê yê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî anî.

Di 14’ê Mijdarê de Dadgeha Federal ya Iraqê li ser giliyê du parlamenteran, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji ber gendeliyê erkê wî dûr xistibû.

Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de bi awayek fermî Helbusî ji endamtiya parlamentoyê xist.

Derbarê mijarê de beşa ragihandinê ya parlamentoya Iraqê daxuyaniyek weşand û wiha hate gotin;

“Piştî ku Dadgeha Federal ya Iraqê bi tometa sixtekariya di erkê xwe de, Mihemed Helbusî ji kar durxist, parlamentoya Iraqê li ser bingehê biryara Dadgeha Federal bi awayek fermi dawî li endamtiya Helbûsî anî.”

Mihemed Helbusî: Me ji welatên Ereb xwest ku Sûriyê vegerînin komkara Erebî

Back to top button