Şandeyeke Kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyeke Kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û li herêmê hevdîtin pêk anîn.
Şandeyê di hevdîtinê de destnîşan kir ku divê civaka navnetewî piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser.

Şandeyeke Kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û li herêmê hevdîtin pêk anîn.

Şande, ji aliyê cîgirên hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate pêşwazîkirin.

El Giêt: Pirskirêka Sûriyê bi diyaloga navxweyî çareser dibe

Fener El Giêt di hevdîtinê de balkişand ser pirskirêkên li Sûriyê û diyar kir divê pirskirêk bi diyalogan were çareser kirin.

Her wiha ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî divê Kanada û civata navnetewî destekê bidin Rêveberiya Xweser.

Butt: Divê civaka navnetewî piştgiriyê bide vê rêveberiyê

Di nava şandeyê de sentora Parlamentoya Kanadayê Kîm Butt axivî û wiha got:

“Ez di wê baweriyê de me ku divê civaka navnetewî piştgiriyê bide vê rêveberiyê .

Ji ber ku ev hêz bi tevahî xizmeta edalet, wekhevî û mirovahiyê dike. ”

Neff: Gelê vir di şerê li dijî DAIŞ’ê de fedakariyên mezin kirine

Profesorê alîkar yê hiqûqê yê Zanîngeha Otawa Alex Neff jî balkişand ser fedakariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di şerê li hember DAIŞ’ê de û got:

“Ji bo fedakariyên ku hatine kirin divê Kanada û civaka navnetewî bi awayekî cidî rola xwe bilîzin.”

Neff: divê darizandina DAIŞ’ê bi awayekî navnetewî be

Neff rexne li bêdengiya civata navnetewî kir û diyar kir ku divê vegerandin û darizandin çeteyan bi awayekî navnetewî were lidarxistin.

Back to top button