Ji bo Pûtin heta 2036 weke serok bimîne, gel dengê xwe dide

Ji bo ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin, heta sala 2036’an weke serokê Rûsyayê bimîne, îro li Rûsyayê referandûm tê lidarxistin.

Armanca vê referandûmê, guhertina destûra Rûsî ye, da ku Pûtin ê 67 salî, 16 salên din serok bimîne.

Ji bo parastina ji vîrûsa coronayê, dengdan li ser 6 rojan hat dabeşkirin.

Di vê referandûmê de, hilbijêrên Rûs, tenê bi ”erê” yan ”na” dengê xwe didin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin, di axaftineke televisyonî de, bang li gelê Rûsyayê kir, ji bo ewlehî û aramiya welêt, destekê bidin guhertinên di destûrê de.

Back to top button