Qonaxa duyemîn a operasyonê li kampa Holê destpêkir

Kampa Holê ya ku piştî têkçûna DAIŞ’ê hate avakirin, veguheriya yek ji navendên herî xeter.
Bi hezarana endamên malbatên DAIŞ’î ku li vir bicih bûne, kampê vegûherandinê cihê zindîkirina DAIŞ’ê.
Ji bo pêşî li vê rewşa xeter were girtin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûrî îro qonada duyemîn a “Operaseyona Ewlehî û Mirovî” dan destpêkirin.

Qonaxa duyemîn a “Operaseyona Ewlehî û Mirovî” li Kampa Holê bi daxuyaniyekê ji aliyê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat ragihandin.

Daxuyanî ji aliyên nûnerên giştî yên hêzên parastina li herêmê ve hate dayîn û tê de îşaret bi van xalan hate kirin:

Bûyerên li nava Kampa Holê rû didin nîşan didin bê çawa ev kamp veguheriyê çavkaniya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê.

Tê zanîn ku bi rêya van şaneyan, demên dawî êrişên hovane li dijî niştecihên kampê, xwebexşên rêxistinên mirovî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn zêde bûne.

Her wiha ew metersî hewldana revan çeteyan ji kampê û amadekariya wan a êrişan li deverê jî eşkere ye.

Bi taybet piştî êrişa mezin a li dijî Zindana Sîna, kontrolkirina Kampa Holê weke gaveke bingehîn xwe ferz dike.

Dema êrişa li dijî zindanê derket holê ku beşeke wê li vê Kampê hatiye amadekirin.

Di daxuyaniyê de encama êrişên dawî yê salê hatin parvekirin.

Li gorî vê;

  • 43 êrişên şaneyên veşartî ên DAIŞ’ê pêk hatin.
  • 44 kes hatin kuştin.
  • Di nava kuştiyan de 14 jin û 2 zarok hene.
  • 13 caran hewldanên revandinê pêk hatin.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku bi gefên dewleta Tirk, êrişên çeteyan li Kampa Holê zêde bûn û got;

Hejmareke mezin ji serçeteyên DAIŞ’ê yên li deverên di bin dagirkeriya Tirk de, destê xwe dirêjî Kampa Holê kirine.

Ev jî metirsiya li ser jiyana xelkê herêmê zêde dike.

Ji bo pêşî li vê êrişkariyê bê girtin, Hêzên Ewlekariya Hindirîn bi rêya pêngavên xwe ên ewlehiyê, gelek êriş têk birin.

Di van salên derbasbûyî de barê mezin ê vê kampê li ser Rêveberiya Xweser û saziyên wê hate hiştin.

Bê goman xemsariya hêzên navneteweyî û aliyên pêwendîdar rê li ber zêdebûna aloziyan vekir.

Ji ber van sedeman,

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi piştgiriya QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî qonaxa duyemîn ya “Operaseyona Ewlehî û Mirovî” destpê dikin.

Ev operaseyon demeke dirêj ji ber êriş û gefên dewleta Tirk yên dawî hatibû paş xistin.

Em piştrast dikin ku wê operasyona me li gorî pîvanên navneteweyê birêve biçe û bi ti awayî rê nede binpêkirina mafên mirovan.

Back to top button