Koçberên Efrînê yên li Kampa Veger a navçeya Şêrewa dimînin, dibêjin ew ê li hemer dorpêça hikûmeta Şamê li ber xwe bidin.
Koçber Dilîvan Îbiş got: “Em rojên xwe bi zehmetî derbas dikin, ji ber dorpêça hikumeta Şamê derman, mazot, benzîn û gaz qut in.
Ji wê zêdetir dewleta Tirk a dagirker cihên me topbaran dike. Ji ber wê veguhastina di nava herêmê de gelek xeter û zehmet bûye.”
Tevî van zehmetiyan, em ê li ber xwe bidin û amade ne ji bo rûmeta xwe û vegera li bajarê xwe, fedakariyan bikin.”
Koçbera bi navê Nadiye Nasir dibêje: Li hember dorpêç û êrişan heta ku xwîn di laşê me de heye, em dê bi zarok û temenmezinên xwe li ber xwe bidin, heta ku em vedigerin mal û milkên xwe yên li Efrînê.”
Cegerxwîn Şêxo jî behsa êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê kir û anî ziman ku armanca êrişan koçberkirina xelkê herêmê ye.