HPG: Li Îdir û Agiriyê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li herêma Serhedê didome de, li dijî artêşa tirk çalakî kirin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên li herêmên Serhed û Xakurkê agahî da.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê didome de, gerîlyaan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin.

Di vê çarçoveyê de;

1’ê Nîsanê gerîlayan li dijî girê ewlekariyê yê li ber qereqola Korxanê ya navçeya Başan a Îdirê çalakî kirin.

Di vê çalakiyê de ji 4 baskan ve li leşkerên li ser gir hate xistin.

Di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir.

2’ê Nîsanê gerîlayan li navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî leşkerên li qereqola Vedat Ozkaya hin çalakiyên sûîqestê kirin.

Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

HPG’ê dazanîn ku gerîlayên çalakî pêk anîne bi selametî li baragehên xwe vegeriyane.

HPG’ê her wiha ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de,

2’ê Nîsanê li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakurkê li artêşa dagirker xistin.

Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin.

Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehate tespîtkirin.

Back to top button