Xerîb Hiso: Dewleta Tirk her ku lawaz dibe êrişî gerîla dike

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso eşkere kir ku êrişên ku niha li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin, di çarçoveya planekê de ne û ji demekê ve amadekariya wê hatibû kirin.
Xerîb Hiso da zanîn ku êrişên artêşa Iraqê li dijî Şengalê jî encamên peymanên bi dewleta Tirk re ne.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso têkildarî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de tevlî bernameya Bûyer a televizyona me Ronahî bû.

Xerîb Hiso diyar kir her dema dewleta Tirk ber bi hilweşandin û rûxandinê ve diçe, êrişên xwe xwirtir dike û mînaka vê jî, êrişa niha li dijî gerîla ye .

Xerîb Hiso: Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re metirsî ye

Xerîb Hiso li ser helwest û rola PDK’ê ya di van êrişan de jî bi bîr xist ku PDK’ê xwedî dîrokeke dirêj û kedeke mezin e û got:

“Ji ber vê em niha vê hevkariyê ecêb dibînin.”

Xerîb Hiso destnîşan kir ku PDK’ê li dijî gelê Kurd sûcan dike û di vê hevkariya bi dewleta Tirk re jî bi biryar e.

Xerîb Hiso: Hikumeta Iraqê li şûna êrişî Şengalê bike, divê rê li êrişên Tirkiyê bigire

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso dawiyê bal kişand li êrişên artêşa Iraqê li dijî Şengalê jî û diyar kir ev êriş encama peymana 9’ê cotmehê ne.

Back to top button