HRE û YPG’ê nasnameyên şervanên xwe eşkere kirin

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanê xwe Efrîn ku di qonaxwa duyemîn a berxwedana serdemê de şehîd bûye eşkere kir.

Her wiha Navenda Ragihandina YPG’ê jî bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Tolhildan Xwînrêj eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe Xalid Elo eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku heval Xalid 21ê Adara 2020’an di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de birîndar bûbû.

Tevî hemû hewildanan Xalid 31’ê Adarê 2020’an gihaşt asta şehadetê.

Hêzên Rizgariyê anî ziman ku heval Xalid berpirsyariyên ku di berxwedanê de li ser xwe wergirtibûn, bi biryardarî bi cîh anî.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Xalid Elo bi nasnav Efrîn, li Efrînê ji dayik bûye, 31’ê Adara 2020’an di Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de şehîd bû.

 

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Her wih Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê jî bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heval Tolhildan Xwînrêj 11ê Adara 2020’an li Qamişlo di encama nexweşiyekî giran de şehîd bû.

YPG’ê anî ziman ku şehîd Tolhildan ji dema ku tevlî nava refên YPG’ê bû û heta gihaşt asta şehadetê, hemû erkên ku girt ser milê xwe bi bi dildarî nêz bû.

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr anî.

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîd wiha ye,

Ebdullah Kutlu bi nasnav Tolhildan Xwînrêj, 11’ê Adara 2020’an li Qamişlo şehîd bû.

Back to top button