Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir şoreşa Rojava bûye modela neteweya demokratîk û paradîgmaya azadiya jinan û destnîşan kirin ku dê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Zozan Hec Xelîl li ser şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê dest pê kir, wiha axivî:
“Rêber Apo hêzeke mezin dag gel taybet jî da jinan.
Jinan bi vîn û bawerî cihê xwe di nava şoreşê de girt û jer vê Şoreşa Rojava weke şoreşa jinan tê pênasekirin.
Zozanê bal kişand ser çewisandina Kurdan û got:
“Kurd bi salan hatin çewisandin û helandin, lê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ji nû ve, bi destê jinan dîroka azadiya gelê bindest û dîroka azidiya jinan hate nivisandin.”
Silava Cuma jî axivî û ev tişt anî ziaman:
“Bi şoreşa Rojava re jin bûn xwedî biryar û di qadên siyasî, aborî, civakî, perwerde û leşkerî de jî cihê xwe girt”