KCK: Xwedî derketina li şehîdên Pirsûsê xwedî derketina li Şoreşa Rojava ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku rêya watedara a xwedî derketina li şehîdên Pirsûsê û kevneşopiya têkoşîna sosyalîst, xwedî derketina li Şoreşa Rojava ye.
KCK’ê bang li her kesî kir ku xeta têkoşîna hevpar mezintir bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK têkîldarî 33 ciwanên şoreşger ku ji bo piştevaniya Kobanê çûbûn Pirsûsê û ji aliyê AKP-MHP’ê ve êrîşekî bombeyî hatibûn şehîdkirin, peyamek weşand.

KCK’ê di di daxuyaniyê de şehîdên komkûjiya Pirsûsê bibîranî û ev tişt anî ziman:

“Endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst ku qetlîama Pirsûsê de bûn şehîd, bipêşvebirina têkoşîna hevpar de bi rolekê dîrokî rabûn.

Ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê de ku bi êrîşên DAÎŞ’ê xera bû, ketin hewilê.

Em ku hevrêyên wan in, divê ji vê helwesta dîrokî û hêja ya wan baş fêm bikin û bikevin hewila bipêşvebirinê û her têbikoşin.”

KCK’ê di dawî de bang li her kesî kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin, li dijî êrîşan bibin xwedî helwest û xeta têkoşîna hevpar mezin bikin.

Hêzên Kurdistanî salvegera 11. a Şoreşa Rojava pîroz kirin

Back to top button