Şehîd Nagîhan li bajarê Helebê hat bibîranîn û pirtuxaneyek bi navê şehîd Nagîhan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat vekirin.
Di salvegera 1’emîn a şehadeta pakrewan Nagîhan Akarsil de,
Navenda lêkolînên jineolojî ya bajarê Helebê mala xwendinê ango pirtuxaneyek bi navê Nagîhan Akarsil li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê vekir.
Di vekirina pirtukxaneyê de, li ser navê kongra star Bercîn axivî, behsa jiyana şehîd Nagîhan kir.
Piştre senevîzyonek li ser xebat û jiyana Nagîhan hat temaşekirin.
Her weha li ser armanca vekirina pirtuxaneyê, Endama navenda lêkolînên jineolojî Orîvan Ebdo axaftina xwe kir.