Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 103 kesên din bi Coronayê ketin û 12 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 12 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan..

Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 103 kes jî bi vîrûsê ketin ku ew jî 48 mêr û 55 jin in.

Ciwan Mistefa diyar kir ku 7 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Heta niha li herêmê 14 hezar û 925 kes bi Corona ketine, ji wan 507 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 513 kes baş bûne.

Back to top button