Çavdêriya Sûrî: Artêşa Tirk li Qimet El-Nebî Eyûb û rêya Heleb-Lazqiyê bi cih bû

Karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk derbasî herêma Kefer Lûsîn a bakurê Idlibê bû û hêzên xwe li Qimet El-Nebî Eyûb û rêya Heleb-Laziqiyê bi cih kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku karwanekî leşkerî yê Tirkiyê ku ji 80 maşîneyan pêk tê, derbasî Idlibê bû.

Di heman demê de, artêşa Tirk baregeheke leşkerî nû li gundê Bizabor yê Çiyayê Zawiyê û nuqteyeke leşkerî li bajarokê Bisinqûl a li ser rêya M4, ava kirin.

Li gorî Çavdêriyê, hêzên Tirk li jora Qimet El-Nebî Eyûb a Idlibê û rêya Heleb-Laziqiyê ya navdewletî bi cih bûn.

Heya niha jimara maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk li “herêmên qaşo bêçek” gihîşt nêzî 2535’an.

Back to top button