Guhertina demografiya Efrînê rêjeya Kurdan li Cindirêsê ji sedî 3 maye

Bi guhertina demografiya Efrînê re, rêjeya Kurdan li Cindirêsê ji sedî bûye 3.

Tevî dizî û talaniya çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li Racoyê bac jî li ser şêniyan tên sepandin û 3 hezar darên zeytûnan li navçeya Bilbilê hatin birîn.

Bi dagirkirina Efrînê di 18′ Adarê de, 500 hezar Kurd bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçkirin.

Dewleta Tirk jî, li şûna şêniyên resen ên Efrînê, malbatên çeteyên xwe bi cih kirin.

Bi vê yekê jî, rêjeya Kurdan li navçeya Cindirêsê ji sedî, tenê 3 ma.

Malpera Afrîn Post diyar kir ku li navçeya Cindirêsê jimarek mezin a malbatên çeteyên Idlib û Helebê hatine bicihkirin.

Roj bi roj jî, karwanên van malbatan ji dergeha el-Xezawî derbasî bajarê Efrînê dibin.

Li gundê Celeme yê Efrînê 700 malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

Li Aşka Rojhilatê 100 malbat

Li gundê Qulkê 70

Li Îska 900

Û li Keferzêt, 200 malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

Kirinên hovane yên dewleta Tirk
Bac li sre şêniyên navçeya Racoyê hatine sepandin

Sînaryoya dizî û talaniya jî berdewam e.

Çeteyên Siqûr eŞimal bi darê zorê ji şêniyên gundê Qizilbaş û Baliya yên navçeya Racoyê, bacan ji bo qaşo navenda dadweriyê, distînin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, şêniyên ku bacê nedin navendê, çete gefa revandinê li wan dixwin.

Kirinên hovan yên çeteyan jî didomin..

Çavdêriyê ragihand ku çete erebe û kamyonan li ser rêya navçeya Bilbilê disekinîn û pereyan ji wan distînin.

Talankirina xwezaya Efrînê
Çeteyan 3120 darên zeytûnan birîn

Kirinên çeteyan li vir sînordar nemane û şerê xwe li dijî xwezayê jî dewam dikin.

Bi armanca firotina daran, çete 3 hezar darên zan ên gundên navçeya Bilbilê û 120 darên zêytûnan li gundê Tirindê jî birîn.

Back to top button