Biryara rawestandina operasyona leşkerî li Derayê hat dayîn

Piştî aloziya çend rojan, komkirina hêzê û koçberiya ji Derayê, di navbera komîteyên navendî yên li herêma Horan û Hêzên Rûsî de, civînek pêk hat. Di civînê de li ser hevpeymanekê hat lihevekirin.

Li gorî hevpeymanê, wê operasyona leşkerî ya li herêmê were rawestandin. Her wiha wê rûspiyên herêmê wê nehêlin alozî derbikeve û dewriyeyên Polîsên Rûsî, li Derayê bigerin.

Ev çend rojin hikûmeta Şamê hêza xwe li herêmên gundewarê rojavayê Derayê kom dike.

Ev kombûn jî bi taybet piştî bûyera kuştina 9 endamên hêzên polîsan ên li navçeya Mizêrîbê pêk hat.

Bi şandina hêzê ji bo herêmê agahiyên ku dê operasyoneke leşkerî were lidarxistin jî belav bûn.

Duh li herêmên rojavayê Derayê hemwextî komkirina hêzê ji aliyê hikûmeta Şamê ve, xwepêşandanên girseyî li herêmên Mizêrîb û Tefes pêk hatin.

Her wiha ji ber metirsiya lidarxistina operasyoneke leşkerî, şêniyên herêmê bi rengekî komî koçber bûn.

Li ser aloziya heyî di navbera Komîteyên navendî yên herêma Horan û hêzên Rûsî de civînek pêk hat.

Di civînê de biryar hat dayîn ku operasyona li herêmê raweste û dewriyeyên polîsên Rûsî li Derayê û bi taybet li gundewarê rojava, bigerin.

Ew jî ji bo sînordarkirina tevgera hêzên opzisyonê yên li herêmê.

Her wiha dê aliyê Rûsya rola xwe ya geranator ji bo pêkanîn vê hevpeymanê û pêkanîna wê ji aliyê hikûmeta Şamê ve, pêk bîne.

Bi taybet ku hêzên hikûmetê beriya niha li gorî hevpyeman û lihevekirinên ku dihat kirin tevnedigeriyan.

Êlên herêmê operasyona leşkerî red dikin

Li aliyê din rûspî û Êlên Derayê jî derbarê rewşa li herêmê, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew nearamiya li herêmê, revandin û kuştinê red dikin û kesên van kiryaran dikin, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang li Rûsya hat kirin ku rola xwe ya geranetoriyê û berpirsyariyên xwe pêk bîne.

Her wiha operasoyan ku tê gotin hêzên hikûmetê li gundewarê Derayê pêk bîne, hat redkirin û hişyarî hat dayîn ku piştî 2 salên aramiyê, bila herêm ber bi şerekî ve neyê kişandin.

Back to top button