Til Temir..Torên kehrebê hatin sererastkirin

28 gundên navçeya Til Temirê ku ev zêdeyî 6 mehin bê kehrebe ne îro careke din kehrebe gihaşt wan gundan. Ev yek jî piştî sererastirkina torên kehrebê pêk hat.

Hevserokê navenda kehrebeyê ya Til Temirkê bang li aliyên pêwendîdar kir ku binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê rawestînin.

Ev zêdetirî 7 mehin kehrebe li ser 28 gundên navçeya Zirganê yên Til Temirê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye qutkirin.

Ev yek jî bo sedema ku şêniyên wan gundan ne tenê bê kehrebe bimênin, lê bê avjî diman.

Ji ber bîrên gundan, li ser kehrebeyê kar dikin.

Û bi qutbûna kehrebê re jî pirsgêrêka avê jî derketibû.

Rêveberiya Kehrebê ya navçeya Til Temirê torên kehrebê sererastkirin û kehrebe gihaşt wan gundan.

Ji ber hedefgirtina çeteyan ji tîmên restorakirinê Rêveberiya Kehrebê nedikarî torên kehrebê sererast bikin.

Hevserokê navenda kehrebeyê ya Til Temirkê Fehed Semeîlê diyar kir ku wan xet bi temamî sererastkir û kehrebe gihaşt gundan.

Fehed Semeîlê anî ziman ku xebatên sererastkirinê piştî gelek hewldanên bi hêzên Rûsyayê re pêk hat.

Hevserokê navenda kehrebeyê ya Til Temirê bang li aliyên pêwendîdar kir ku binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê rawestînin.

Şêniyên wan gundan diyar kirin ku hîn jî gund li ber gefên qutkirina kehrebeyê ne.

Ew jî bi sedema binpêkirinên bêserûber ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker.

Back to top button