Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlek ji Girê Spî ya dagirkirî revand û li beramberî berdana wî 5 hezar dolar jê xwestin.
Li gorî agahiyan, yê revandî Brahîm Xelîl El-Elo ji gundê Tewîla yê Girê Spî ye.
Çeteyên dewleta Tirk piştî revandina Brahîm, li beramberî berdana wî 5 hezar dolar ji malata wî xwestin.
Herî dawî çeteyan li Girê Spî pêngaveke berfireh ji bo revandina sivîlan dabû destpêkirina û Ibrahîm jî di nava wan de bû.
Li gorî çavkaniyên Aajansa Nûçeya ya Hawarê, çete sivîlan direvînin û ber bi baregeha xwe ya nêzî gundê Erbîn ê navçeya Silûkê dibin.
Çeteyan ev der ji xwe re kirine dadgeh da ku malbat li wir fîdeyê bidin.