Lêhiyê li Rûsya dawî li jiyana 8 kesî anî

Li başûrê Rûsya, li herêmên ku ji aliyê gelek kesan ve ji bo betlaneyê dihate hilbijartin, di encama barana zêde de lehî rabû.
Lêhiya rabûyî jî dawî li jiyana 8 kesî anî.

Ji ber ku barana dijwar roja Yekşemê dest pê kir, biryara valekirina herêma Goryachka Klyuç hatibû dayîn.

2 kesên ku ji vê yekê bêagahî mayîn û 5 kes li Tupse ji ber lehiya rabûyî jiyana xwe ji dest dan.

Li Soçî, kesek di encama bayê ku darek xist xwarê de jî mir.

Waliyê Krasnodar diyar kir ku li hin herêman di nav çend saetan de bi qasî du mehan baran bariye.

Barana zêde kêliyên zehemt bi ajokarên Umanê da çêkirin

Li aliyekî din li Umanê jî barana zêde kêliyên zor bi ajokaran da çêkirin.

Back to top button