Hêzên Îranê ciwanek Kurd ê 15 salî kuşt

Li rojhilatê Kurdistanê Hêzên rejîma Îranê rojane kurdan dikujin….vê carê jî rejîma faşîst ciwaneke 15 salî kuşt.

Kolbernews’ê ragihand ku duh li ser rêya di navbera Sine û Merîwanê kamyonek ya ku barê mirîşkên cemedgirtî hebûye qelipiye.

Di van kêliyan de li cihê bûyerê ku dikeve nêzî gundê Danîkeşê ya herêma Kelaterzanê hêzên rejîma Îranê gule li ciwanê bi navê Aras Qadirî (15) ku xelkê gundê Pîçûn a herêma Kelaterzanê ye direşînin.

Di encama vê gulebaranê de gule li sîngê Aras dikeve û dibe sedem ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest bide.

Cenazeyê Aras rakirin Bijîşka Edlî ya bajarê Merîwanê. Heya niha cenazeyê wî nedane malbatê.

Tê gotin ku di vê bûyerê de keçeke ciwan jî birîndar bûye.

Back to top button