Dayika Rêber Apo yadê Uweş li Helebê û Minbicê hat bibîranîn

Bi boneya salvegera 31’an a wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan, Dayê Uweş li Helebê û Minbicê simîner hatin dayîn.

Li Helebê Kongra Star semînerek li taxa Şêxmeqsûdê da.

Di semînerê de, endamên Kongra Star, jinên taxê û dayikên gerîla tê de beşdar bibûn.

Li wir Fatme Hesen balkişand ser rola dayikan di avakirina civakan de û got:

“Dayik bingeha birêxistinkirina civakan e.

Dayika Uweyş mînaka jina xurt e, ku Rêber Abdullah Ocalan teşwîq dikir pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike.

Ji ber wê, Rêbertî di asta herî jor de li ber xwe dide.”

Dawiyê sînevîzyonek têkildarî kesayeta dayika Uweyş û rola wê di avakirina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

Bi heman armancê li bajarê Minbicê jî Mreclisa kombûna jinan a zenûbiya dayika Uwêş bi simînerekê bîranîn.

Di simînerê de bal hat kişandin ser rola Dayikê di civakan de û hat gotin:

“Dayika Uweyş di nava gundê xwe de, mînaka jina aqilmend bû, karî kar û barên mala xwe bi rêve bibe û dev ji mafê xwe di mîrasê de ber-neda.

Ev jî hêz da, Rêber Abdullah Ocalan.”

Back to top button