Li gundewarên Serêkaniyê yên dagirkirî 14 welatî hatin revandin

​​​​​​​Sûcên revandin, talankirin û kuştinê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî her diçe zêdetir dibe.
Dagirkeran ji gundewarê Serêkaniyê 14 welatî revandin.
Li Efrînê jî dîsa revandina welatiyan hebû û 300 dar hatiye birîn.

Li gorî Ajansa AHNA’yê, dagirkeran ji gundên Ehres û Amiriyê yên li başûrê rojhilatê Serêkaniyê yê dagirkirî û rojavayê navçeya Til Temirê 14 welatî revandin.

Eşeker bû ku buyeran revndinê beriya 5 rojan bi hincetên cuda pêk hatiye û nû agahî belav bûne..

Çeteyan kesên ku revandine birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Çeteyan jina Efrînî ya 55 salî ku revandibûn bi standina fidyê berdan

Li goîr Efrîn Post jî ragihandî, di 9’ê Çileyê de MÎT’a Tirk ji gundê Şêxotka ya navçeya Mabata, jina bi navê Ferîda Reşo ya 55 salî revandin.

Îro piştî ku neviyên Ferîdeya 55 salî fidye dane, hatiye berdan.

Çeteyan welatiyek ji gundê Basûta revandin

Tora Çalakvanên Efrînê jî diyar kir ku çeteyan welatiyê bi navê Cima Hesrî yê ji gundê Basûta Şêrewa revandine..

Çeteyan di nava heftiyekê de 300 darên zeytûnan birîn

Her wiha Tora Çalakvanên Efrînê eşker kir ku di nava heftiyekê de, çeteyan ji gelek zeviyên navçeya Mabeta zêdetirî 300 darên zeytûnan birîne

Back to top button