Li Silêmaniyê êrişa çekdarî-Welatiyek birîndar bû

Li Silêmaniyê li dijî welatiyek êrişeke çekdarî pêk hat û êrişkar hate kuştin.

Li gorî Ajansa Rojnews’ê di saetên êvarê de kesek ku hemwelatiyê Tirkiyê ye, êrişeke çekdarî li dijî welatiyek ji Başûrê Kurdistanê pêk anî.

Hate zanîn ku welatiyê ji Başûrê Kurdistanê bersiva êrişê da û êrişkar hate kuştin.

Her wiha hate gotin, welatiyê ji Başûrê Kurdistanê di bûyerê de bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.

Back to top button